Şerê Îranê: Êrîş berdewam dikin, Tehranê gef li Kurdan xwar

Êrîşên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê ketin roja şeşan û bîlanço giran dibe. Bomberdûman û êrîş berdewam dikin. Tehranê gef li Kurdan xwar. NY’yê hişyariya ‘’krîza mirovî ya mezin’’ da.

Şer û pevçûnên ku di 28’ê Sibatê de li gel êrîşên DYE û Îsraîlê dest pê kirin, belav dibin herêmê û Îranê diyar kir ku wê baregehên DYE’yê hedef girtine.

BÎLANÇO GIRAN DIBE

Human Rights Activists News AgencyÊ (HRANA) ku navenda wê li DYE’yê ye, têlikdarî êrîşên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê daneyên şeş rojan parve kirin. Li gorî raporê di 24 saetên dawîn de  di encama 113 bûyerên li 19 eyaletan de 170 êrîş hatine kirin. Di encama van êrîşan de yek jê zarok 9 welatiyên sivîl û 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 38 kes jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku ji destpêka şerî heya niha jî 194 jê zarok bi tevahî 1168 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hate îfadekirin ku 336 bûyerên mirinê jî hê tên lêkolînkirin.

ÎRANÊ ÊRÎŞÎ BAREGEHÊN DYE’YÊ KIR

Artêşa Îranê ragihand ku wê di saetên dawîn de baregehên leşkerî yên DYE’yên li Kuweytê bi balafirên bêmirov ên cuda hedef girtine. Êavkaniyên leşkerî diyar krin ku êrîşê wê di saetên pêş de jî berdewam bikin.

LI KUWEYTÊ 67 LEŞKER BIRÎNDAR BÛN

Wezareta Parastina Kuweytê jî ragihand ku ji destpêka şerî heya niha 67 leşkerên Kuweytî birîndar bûne. Her wiha rayedaran da zanîn ku 212 moşekên balîstîk û 394 IHA hatine bêbandorkirin.

GEF LI HERÊMA KURDISTANÊ HATE XWARIN

Konseya Parastina Îranê diyar kir ku ger şervanên Kurd bikevin xakên Îranê gefa ew ê hemû tesîsên li Herêma Kurdistanê hedef bigire, xwar. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku heya niha bes baregehên DYE û Îsraîlê û komên weke ‘’cudaxwaz’’ pênase dike, hedef girtine.

LI DUHOKÊ ÊRÎŞÎ QADA PETROLÊ KIRIN

Li qada petrolê ya Sarsang a li Herêma Kurdistanê ku ji aliyê şîrketeke DYE’yî ya bi navê HKN Energy ve tê xebitandin, piştî êrîşeke dronan hilberîn hate sekinandin.  Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê êrîşa li ser qada petrolê ya HKN’ê ya li Dohukê bi tundî şermezar kir û ev yek weke êrîşeke li dijî binesaziya aborî ya gelê Herêma Kurdistanê pênase kir.

EWROPA Û ÛKRAYNAYÊ PÊNGAVÊN LEŞKERÎ AVÊTIN

Wezîrê Parastinê yê Yewnanistanê Nikos Dendias diyar kir ku ew ê bi armanca piştevaniya parastina li hemberî gefên balîstîk ên li ser Bulxaristanê pergala parastina hewayî ya Patriotê bi cih bike.

Her wiha Ûkraynayê jî diyar kir ku ew ê bi armanca piştevaniya ji DYE û hevalbendên wê re di demeke nêz de pisporên leşkerî yên li dijî ÎHA’yên Îranê  têbikoşin bîşîne Rojhilata Navîn.

AZERBEYCAN DÎPLOMATÊN XWE VEDIKÊŞE

Wezareta Karên Derve ya Azerbeycanê jî diyar kir ku wê piştî êrîşa dronan ya li ser Naxçivanê personelên xwe yên li balyozxaneya Tehranê û konsulxaneya Tebrîzê tehliye kirine.

LI ENIYA LIBNANÊ ÊRÎŞ BERDEWAM DIKIN

Artêşa Îsraîlê bi hinceta ku binesaziya aîdî Hizbullahê hedef girtiye ji bo hin gundên li Deşta Bekaayê ya li Libnanê hişyariya valakirinê da. Hate ragihandin ku êrîşên li ser taxên li başûrê Beyrûdê jî berewam dikin.